SMS a Nêçîrvan Barzanî
Di 65 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDKê SMS ji telefona Mobil mesajên pîrozbahiyê ji kadiro, endam û algirên partiyê re şandin.
Li gor kovara Sivîl, di roja damezrandina PDKê (16ê tebaxê) de masajeke pîrozbahiyê weke SMS bi navê Nêçîrvan Barzanî bo gelek kesan hatiye şandin ku teksta mesajê ev bû: ”Hevalê hêja, bi minasebeta 16ê ab (16ê tebax) pîrozbahiyê li we û gişt hevalên dilsozên partiya me dikim. Bi hêviya ku ev minasebete ji bo xebatên zêdetir ji bona pêşkeftina partiya me, palderek be.”
Ev yekem care li herêma Kurdistanê berpirsekê mezin bi rêya Mobil pîrozbahiyê bo endamên partiya xwe binêre. Di wê rojê de di nav endamên patiyê de behis behisê wê SMSê bû.
Endamekê Patiyê ku ew mesaja Nêçîrvan Barzanî gihabû wî ji Sivîl re got: ”Ev mesaj, ji aliyê manewî ve, ji bo me alîkariyeke bû, min ew mesaj di telefona xwe de parastiye û dê parêzim. Ez wisa dizaim ku ez nûh bûme Partî û hemû wezîfeya Partiyê li ser milê min e.”
Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî li ser mê mijarê dibêje:
– Bi a min şandina wan mesaj û peyaman ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve şêwazekî nû ye. Berê bi rêya şahiyan û rêyên din bîreweriya Partî dihat pîroz kirin, lê vê carê ji cîgirê serokê PDKê mesajên pîrozbahiyê bi SMS ji xelkî re hatin şandin. Hindek kesên derdora min ku bi navê Nêçîrvan Barzanî SMS jê re hatibû gelek pê kêfxweş bibûn. Ev jî awayekî nû û şaristanî yê karkirinê ye.
Li Kurdistanê di navbera xelik, serok û berprisan de mesafeke mezin heye, ji ber hindê gaveke wisa dibe cîyê balkişandinê. Nêçîrvan Barzanî ku bi siyasetmedarekê nûxwazê Kurdistanê naskiriye, yekem kese gaveke wesa diavêje.
Hêmin Mîranî mamosteyê zanîngehê ku, SMS a Nêçîrvan Barzanî gihaye wî jî, dibêje:
– Bêguma ew SMS a Nêçîrvan Barzanî tiştekê nû û karekê başe jî ku hewil dide bi rêya bikaranîna amêrên teknolojiya nû peyamên xwe bigihîne endam û alîgirên partiya xwe. Gelek başe ku, ji bo peywendiyan, siyasetmedar fêdey ji teknolojiya nû werbigirin. Nêçîrvan Barzanî dikare rêyên din jî bikar bîne, bi tenê şandian SMS têra nake, nuha gelek kanalên din hene weke; Facebook. Nêçîrvan Barzanî weke cîgirê serokê PDKê dikare bi rêya Facebookê têkeliyan bi xelkî re deyne.
– Siyasetmedar dikarin fêdey ji teknolojiya nû werbigirin û mesafeya di navbera xwe û xelkî de kêm bikin.