Polîtîk

Şîye Kerkûkê dixwazin û kurd jî qebûl nakin

Serokê grûpên çekdarên şîye li Îraqê eşkere kir ku, piştî du rojên din dê çekdarên şîye biçin nav bajarê Kerkûkê û bajêr ji êrîşên DAÎŞê biparêze. Wî berpirsê çekdarên şîyan got ku, Qasim Silêmanî fermandarê hêza  Qudis a Îranê jî dê bi grûpên çekdarên şîye re biçe Kerkûkîê da jinêzîk haydarî rewşa emniya bajêr bibe.

Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir ya çekdarên şîye li Îraqê ji ajansa Frans Press re got ku çekdarên şîye dê biçin Kekrûkê û bajêr ji êrîşên terorîstan biparêzin û dê Qasim Silêmanî jî fermandarê hêza Qudis a Îranê bi çekdaran re biçe Kekrûkê.

Berpirsên herêma Kurdistanê vê pêngava şîyeyên Îraqê bi pêngaveke tirsinak û xeter wesif dikin û didin xuya kirin ew bi tu awayî rê nadin çekdarên şîye ku, li Îraqê jê re dibêjin (Heşda Şeibî) bikevin nav bajarê Kerkûkê, pêşmerge li Kerkûkê ye û dikare bajêr biparêze.

Kemal Kerkûkî berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê ya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyekê çûna grûpên çerkdarên şîye bo Kerkûkê red dike û dibêje pêşmergeyê Kurdistanê dikare bajêr biparêze.

Weke tê zanîn serokê Kurdistanê Meûsd Barzanî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê agadakirine ku, bi tu awayî rê nedin çekdarên şîye bikevin nav bajarê Kerkûkê.

Back to top button