siyasetvanê navdar Mişel Temo ev demek bû, piştî ku ji zindanê derket, ji aliyê hinek hêzan ve dihate tehdîdkirin.\n\nMişel Temo li Qamişlo hate kuştin. Li gorî agahiyên lezgîn yên gihiştin Avestakurd, îro li danê êvarê saet 16.00, li Qamişlo li kolana Hîzam Şebîhayên rêjîma Sûriyê êrîşî tirimbêla Mişel Temo kirin. Li gorî hate gotin di tirimbêlê de Endema Mekteba Şepola Pêşeroja li Sûriyê Zahide û kurê Mişel Temo jî, hebûn. Wan radikin nexweşxaneya Ferman. Lê, hate gotin ku Temo jiber birîna xwe ya giran şehîd ketiye û Zehîde jî, birîndar bûye.\n\nLi aliyê din ciwanên Kurd sond xwarin ku ewê xwîna Mişel li erdê nehêlin.