Cîhan

Siyaseta Swêd a derve bi tundî tê rexnekirin

Di derbarê  siyaseta Swêd ya derve de gelek gotubêj têne kirin. Herî dema dawî welatên Yekitiya Ewropa civînek di derbarê Sûrî de kirin û xwestin ku sizayên li ser Sûrî xortir bibe û çerçova ambargoya ku li ser Sûrî heyî berfirehtir bibe.

Lê gelek balkêşe ku Swêd dijê vê helwesta Yekitiya Ewropa sekinî û nexwest li himber Sûrî helwesta YE hişktir bibe.

Wezîrê derve yê Swêd Carl Bildt bi aweyekî girêdana wî li gel kompanya Lundin Oil(Şirketek ya Petrolê ye) heye. Ji bo wê jî Carl Bildt berjewendiyên xwe yên darayî li ser her tiştekî re digire û li gora wê jî siyaseta Swêd a derve dide kifşkirin.

Welatek wek Swêd ku bi pişgiriya demokrasiyê û tevgerên azadixwaz di cîhanê de dihat naskirin, niha siyasetek ne pakij û bê kuazadiyê û mafê mirovan biparêze li gorî berjewendiyên kesayetî û ekonomîk siyaseta xwe kifş dike. Ev yek li siyaseta Swêd ya dehên salan hetî rêvebirin ve nagunce.

Gelek şirketên Swêd bazirganiyê li gel Sûrî dikin. Yek ji wan jî û ya herî mezin  Ericson e. Gelej rewşenbîr û siyasetmedarên Swêd vê helwesta wezîrê derve yê Swêd rexne dikin û dibêjin ku ev helwest welê dike kû em şermezar dibin.

Rojevakurd

Back to top button