Siyaseta PDK li Bakurê Kurdistanê û destkeftên dîrokî

Di malpera kdp.info de nivîsek bi navê Sergotara KDPê hatiye belav kirin. Di vê nivîsê de behsa siyaseta PDKê li Bakurê Kurdistanê dike. Nivîsê wek xwe belav dikin.  Sergotara KDPSiyaseta PDK li Bakurê Kurdistanê û destkeftên dîrokîSergotara KDP.infoDerbarê rewşa nû ya Tirkiyê piştî hilbijartinan û rewşa nû ya HDP, AKP û peyweniydên Herêma Kurdistanê ligel AKP de, hinek şîroveyên nerast û bêbingeh derketine holê, hinek nivîskar û aliyên siyasî, bêyî berçvagirtina rastiya babetan, dixwazin di miştek (lepek) av de melevaniyê bikin û xalên siyasî kom bikin.Hemû aliyek baş dizane ku, di Tirkiyaya Kemalîst de, her tiştê girêdayî gelê kurd qedexe bû, ji edebiyat û ziman bigre heta cil û berg û partiyên kurdî. Lê neha rewş çawa ye? Ji wê înkara tund geheşte wê yekê ku Erdogan bi eşkereyî li Diyarbekir û Hewlêrê bêje: Ew roj nema ku kes bikarê înkara gelê kurd bike. Ev guhertin, rast e beramberî mafên gelê kurd gelek kêm bû, lê bo Tirkiyê ji faşîzmê biguhere bo danasîna bi hebûna kurd, wek şoreşekê tê hejmartin. Wek em hemû dizanin, AKP rola wê ya sereke di vê vekirin û guhertinê de hebû. Herêma Kurdistanê jî rola wê di handana AKP bo vekirina bermaber mafên gelê kurd de hebû. Bi itîrafa kesên nêzî PKK jî, Barzanî û PDK roleke bibandor di vê babetê de dîtine. Ew hewldanên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ku bo pêşvebirina doza kurd û guhertina helwesta AKP kirine, hemû ji bo gelê kurd li Tirkiyê bû û encamên balkêş û sosret jî li pey xwe anîn, ku neha diyar in û kurd sûdê jê werdigrin. Kurd di çarçoveya partiyeke siyasî de diçine Parlementoya Tirkiyê û li wê de dikarin bergiriyê li mafên xwe bikin. Gelo eger ew guhertin nebane, kurdan dikarî bi azadî biçin parlementoyê? Gelo eger ne ji siyaseta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di rêxweşkirin û handana AKP de ba, dê ew destkeft hatiba bidestxistin? Neha jî bi nêrîna me, di berjewendiya gelên Tirkiyê û bi taybetî gelê kurd de ye ku HDP û AKP bi hev re hikûmeta nû avabikin.Tiştê ku li Tirkiyê hatiye kirin bûyereke dîrokî ye û tiştê ku PDK li vê beşa Kurdistanê bo pêşvebirina doza kurd kiriye, destkefteke gelek giran-beha û berçav e û li ser erdê jî diyar e. PDK dest ji siyaseta xwe bernade û her tiştê ku kiriye ji bo bidestxistina destkef û berjewendiyên gelê me bû, di wê yekê de jî serkeftiye. Êdî eger li vir û wir şîroveyên nerast bo siyaseta PDK tên kirin, ew (şîrove) bêyî  qîmet  in, ya girîng ew e ku kurd bigehine mafên xwe yên rewa. PDK ne di nav miştek av de melevaniyê dike û ne jî di nav de dixeniqe û siyaseta wê li Bakurê Kurdistanê biencam bû û dê li ser wê siyasetê jî berdewam be, dawiyê jî wê encamên vê siyaseta rast a PDK baştir zelal bibin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: