Sîstanî pêşwaziya balyozê Tirkiye nekir
Li gor ragîhandina televizyona Meyadîn a Lubnanî Ayetulah Elî Sîstanî ku lîderê Şîiyan ê herî mezin e li Îraqê, hevdîtina sefîrê Tirkiyê yê Bexdadê Yunus Demirerî qebûl nekiriye.
Demekurtek berê sefîrê Tirkiyê yê li Bexdadê, xwestibû ku bi Saîstanî re hevdîtin bike û hinekî zexta siyasî ya bala ku di navbera Tirekiye û hikûmeta Îraqê de daxîne, lê belê Sîstanî hevdîtina pê re qebûl nekiriye.
Dema ku dadgeheke hikûmeta Îraqê sezayê xeniqandinê dabû cîgirê serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî, wê demê Haşimî li Tirkiyê mêvanê Hikûmeta Tirkiyê bûye. Li ser meselê hikûmeta Tirkiyê daxuyaniyên hişk dabûn. Hikûmeta Bexdadê jî ew daxuyanî wek karê maytêkirina nav karê xwe pejirandibû û nexweşiya siyasî di navbera herdu welatan de geş bûbû.
Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî teqîna çend roj berê li bajarê Felûceyê jî, bê ku nav bide xistibû stuyê Tirkiyê. Hîjaye bê gotin ku piraniya akinciyên Felûceyê jî Turkman in.
Ji ber ku Elî Sîstanî sefîrê Tirkiyê qebûlê hevdîtinê nekiriye, ev yek pir li zora Tirkiyê jî çûye.
Rojeva Kurd


