Kultur

Sirûda niştimaniya Îraqê bi erebî û kurdî

Komîteya rewşenbîrî û ragehandinê ya parlamentoya Îraqê duhî di civîna xwe de biryar da ku sirûda (marşa) niştimanî ya Îraqê ya nû bi her du zimanên erebî û kurdî be. Endamên kurd yên di komîteya rewşenbîrî û ragehandinê ya parlamentoya Îraqê de ku ji bo parça kurdî ya sirûda niştimanî ya Îraqê helbesta (Xuwaye eten awakey) ya helbestban Fayeq Bêkes pêşniyar kiriye.

Saman Fewzî endamê parlamentoya Îraqê û endamê komîteya rewşenbîrî û rahegandinê di daxuyaniyekê de ji NRT-ê re got:

– Hemû endamên komîteyê ku 6 kesin, li ser wê pêşniyarê razî bûne ku parçek ji sirûda niştimaniya Îraqê bi zimanê kurdî û helbestek kurdî be. Ji ber ku li gor destûra Îraqê zimanê kurdî li Îraqê zimanek fermî ya.

Fewzî herwesa got ku helbesta (Xuwaye weten awakey) ya helbestvan Fayeq Bêkes hatiye pêşniyar kirin, lê eger ew helebest li gor awaza parça bi zimanê erebî minasib nebe hîngê dê helbesteke din ya kurdî bê hilbijartin.

Back to top button