Polîtîk

Şingal beşek ji Kurdistanê ye

Parlamenterê Diyarbekir yê AKPê Galip Ensarioglu di gotarekî de ji bo mana PKKê li Şingalê û pêvajoya çareseriyê nirxand.Ensarioglu di derbrê mayina PKKê li Şingalê got: Şingal beşekî ji Kurdistanê ye. Nabe ku PKK li wir bimîne. Ji xwe PKK jî bi îrada xwe li wir namîne. Nizanim êdî kî vê fermanê dide PKKê. Belkî Îran belkî jî Almanya. Lê mana PKKê li Şingalê ne di berjewendiya kurdan de ye.”Galîp Ensarioglu di dirêjiya xwe de bal kişande ser bangewaziyên bo ji nû ve destpêkirina pêvajioyeke çareseriyê û got: “Di Newrozê de parlamenterên HDPê bang li hukimetê kirin da ku ji nû ve pêvajo dest pê bike lê ya ku pêvajo bi dawî kirin ew bûn. Îro jî radibin dixwazin ku careke din maseyeke çarseriyê bê danîn lê ev ne tiştekî rasteqîn e. Lewra êdî baweriya kesî bi PKKê nemaye.”Ensarioglu wiha pê de çû: “Ji bo ku careke din maseyek bê danîn lazim e PKK pêşî çekan deyne û deklare bike ku wan dev ji têkoşîna çekdarî berdaye.” 

Back to top button