Kultur
Sînemxan silavên germ pêşkêşî karmendên Rojeva Kurd dike
Ji bo hemû karmend û kedkarên malpera Rojeva Kurd
Her di destpêka weşana malpera we Rojeva Kurd û heta îro, bi awayeke ne rêkûpêk jî be, malpera we dixwînim û rola wê ya di ragihandina Kurdî de gelekî girîng dinirxînim…
Doh, li nava babeta bi navê (115 saliya Rojnamegeriya Kurd Pîroz be) ya 22.04.2013 li malpera we de hatibû belavkirin de, we rêz û silavên karmendên Rojeva Kurd şandibû.
Ji bo wê peyama û silavên we gelek spas dikim û ez jî silavên xwe yên germ pêşkêşî we û hemû karmendên Rojeva Kurd dikim û hêvîdarim hemû karmendên we li karê xwe de serketî bin…
Sînemxan Celadet Ali Bedirxan
23.04.2013
Hewlêr/Kurdistan