Civak

Sînemxan pîrozbahiya Ciwanên Kurdistanê kir

Mîra Botan Sinemxan Celadet Ali Bedirxan peyamek pîrozbahiyê ji Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê re rêkir.

Peyama Sînemxan Celadet Ali Bedirxan:

Silavekî germ!

Min nûçeya di derbarê Komeleya we ya bi navê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Kurdistan Tv temaşe kir.

Birastî ez gelek pê dilxweş bûm ku li Bakûrê Kurdistanê jî êdî wê navê Kurdistanê bi azadî bête bikaranîn.

Her wiha axaftina we ya bi zimanê Kurdî jî min pir dilxweş kir û hêvîdarim hûn di vê rê û rêbaza xwe de berdewam bibin û li ser rêya Kurdayetiyê birêve biçin….

Her serkeftî bin…

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan
Hewlêr
Kurdistan

Ciwanên Kurdistanê bi peyama Sînemxan gelekî keyfxweş bûn û bersiva peyamê dan.

Bersiva Ciwanên Kurdistanê

Slavên te ser sera ser çavan Dotmîra Kurdistanê!

Em bi peyama te ya piştgirîyê gelekî kêfxweş bûn. Ev ji bo me bû moral û hêz di xebatên me de.

Emê her bi zimanê xwe yê şêrîn biaxivn û binivîsin ku keda Mîr Celadet tê de gelek e. Wek nevîyên wî, emê jî di şopa wî de bimeşin.

Careke din spasdarin ji bo peyama te ya watedar. Em tên destên te.

Tevgera Ciwanên Kurdistan
Amed
Kurdistan

Back to top button