Vîdeo
Silêmanî Partî û Barzanî ji hev nayên cûda kirin(video)
Êvariya îro li bajarê Silêmanî bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokratiya Kurdistanê û hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hejmareke zêdeyê ji endam û alîgir û dostên Partî, ahengekî cemaweriya berfireh ji bo piştevaniya lîsta 110 a Partiya Demokrata Kurdistanê hate saz kirin.
Li vê rêwresmê de birêz Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda pîrozbahiyê salvegera şoreşa Eylula mezin li hemû aliyek kir her wiha got: Silêmanî û Partî û Barzanî ji hevdû nayên cûdakirin, Silêmanî xwedî hezaran şehîde, xwîna van şehîdan emanetekî giran û pîroze li ser stuyê Partî ye, Silêmanî ew bajare ku Şêx Ehmed û Mela Mistefa Barzanî li himbêz kir.