Polîtîk

Silavên wezîrê derve yê Tirkiyeyê gihandin serokwezîr

Bi minasibeta destbikarbûna wî weke konsulê giştiyê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê, îro Mehemed Akif konsulê nû yê Tirkiyeyê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de her du aliyan behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê kir.

Konsulê nû yê Tirkiyeyê, Mehemed Akif, kêfxweşiya xwe nîşan da ku li konsulxaneya Tirkiyeyê a li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û silavên wezîrê derve yê Tirkiyeyê gihandin serokwezîrê Kurdistanê. Wî got ku, ew dixwaze têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê zêdetir pêşde bibe.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna konsulê nû yê Tirkiyeyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.  Barzanî di axaftina xwe de tekîd li ser siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê pêşxistina têkeliyên bi civaka navdewltî bi awayekî giştî û têkeliyên bi Komara Tirkiyeyê re û welatên cîran bi taybetî kir.

Di civînê de behsa giringiya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku, tesîreke baş li ser vejandina aborî û investkariyê û îstîqrar deverê heye, kir. Herwesa behsa bizava bazirganiya nvabera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de jî hat kirin.

 

Back to top button