Polîtîk

Silav ji serîhildana başûrê Kurdistanê û Dewleta Federe re

Li Başûrê Kurdistanê di roja 05.03.1991ê de li Ranyayê gelê me li dijî dîkatorîyeta Seddam Huseyînî serîhilda û di berdewamîya vê serîhildanê de bajarên Hewlêr, Silêmanîye û Dihok ji destê rejîmê hatin rizgarkirin. Îro jî, di 24emîn salvegera serîhildanê de Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ber bi dewleteke konfederal an jî serbixwe ve dimeşe.

Di sala 1991ê de,  jiber ku Seddam Huseyînî  dest ji îşxala Kuweytê berneda, bi pêşevanîya Emerîka ve dewletên hevpeyman êrîşî Iraqê kirin û di encama vî şerî de, Seddam Huseyîn mecbûr ma ji Kuweytê vekişe. Vî şerî firsendeke dîrokî anî ber derîyê gelê me yê  Başûrê Kurdistanê. Di wê demê de, li Başûrê Kurdistanê di nava hêzên Kurdistanî de, Bereya Kurdistanî hatibû avakirin. Bi xêra vê bereyê û bi hevgirtina hêzên neteweyî, serîhildana gelê me bi awayekî berhemdar hate îdare kirin û 3 bajarên  Kurdistanê hatin rizgar kirin.

Piştî rizgarkirina 3 bajarên Kurdistanê, di 1992an de hilbijartina parlamentoyê hate li dar xistin û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hate danîn. Parlamentoya Kurdistanê jî Dewleta Federe ya Kurdistana Iraqê îlan kir. Û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dest bi wazîfeyê kir.

Di sala 2003yê de, dîsa bi pêşewanîya Emerîkayê midaxaleyeke din dest pê bû û vê carê rejîma Seddam Huseyînî rûxa. Li Iraqê û li Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Qanûnesasîyeke nuh hate  qebûl kirin. Li gorî vê qanûnesasîyê, Dewleta Iraqê û Kurdistanê wek dewleteke  federe şirikatîya xwe danîn. Herweha ew axa Kurdistanê ya ku ne di bin desthilatdarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye(Kerkûk, Xaneqîn û derên din), dê li gorî madeya 140ê bi referandûmekê qedera wê dîyar biba. Lê mixabin jiber astengîyên ku alîyên Ereban derxistine, ev maddeya heta îro jî pêk nehatîye.

Piştî ku DAIŞê êrîş anî ser Mûsilê û Şingalê û paşê jî bi berxwedana pêşmergeyên Hikûmeta Kurdistanê,îro piranîya axa Kurdistanê ketîye bin kontrola Hikûmeta Kurdistanê. Rê li ber yekgirtina hemû axa Başûrê Kurdistanê vebûye.

Em hêvî û bawer dikin ku, bi yekgirtina hemû partî û dor û berên Kurdistanê û bi desthilatdarîya Dewleta Başûrê Kurdistanê dê Başûrê Kurdistanê bi temamî ber bi konfederalî an serxwebûnê ve bimeşe.

Em silav û piştgiriya xwe ji birayên xwe yên başûr dişînin. Em bi hemû awawyî ve bi we re nin. Serkeftina we serkeftina me ye.

Bijî Pêşmerge

Bijî Serîhildana Başûrê Kurdistanê

Bijî Yekgirtina Neteweyî

Bijî Dewleta Başûrê Kurdistanê.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button