Polîtîk

Serok Barzanî helmeta avadankirina Kobanê destpêkir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

Li sayeya xweragirî û qehremaniya şervanan û hêzên Piştevaniya Pêşmerge Kobanê bi xweragirî ma û neket û terorîstên dagîrker tûşî şikestekî mezin hatin û Kobanê serket. Li encama êrîşa zalimaneya terorîstên Da’îş ya li ser Kobanêya qehreman hejmarekî zêdeyê xuşk û birayên me yên li vî bajarê xweşdivî koçber bûn û mal û halê xwe bi cîh hiştin û bi sedema şer û dirindeyî û wehşîgeriya terorîstan beşa herî zêdeyê Kobanê hate wêran kirin.

Terorîst bi niyazbûn bi têkdan û xapûrkirina bajar dawiyê bi hebûna Kurd û jiyana li vî bajarî da bînin, lê belê Kurdistan bi xweragirî û cangoriya xwe rê neda ev plana terorîstan ser bigrê. Piştî azadbûna vî bajarî pêwîste jiyan ji nû ve li Kobanê destpêbike û bê avadan kirin û xûşk û birayên me bi serbilindî vegerin bajarên xwe.

Hevkarîkirin û pêşkêşkirina yarmetiyê ji bo avadankirina Kobanê û destpêkirina dûbare jiyanê ya li vî bajarî de erkekî neteweyî û nîştimanî ya me hemûyane. Daxwaz ji hemû Kurdistaniyên xweşdivî yên li hûndir û derveyê welat û rêxistinên civaka medenî û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwaziyan û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanê de beşdar bibin. Her wekî çawa li dema êrîşa terorîstan, em hemû bi dil û bi can li gel Kobanê bûn û çûna Pêşmerge ya Kobanê hêmaya yekdengî û hevsoziya neteweyî bû, pêwîste niha jî li qonaxa binyatnana jiyan û avadankirinê da bi hemû şiyanek ve li gel Kobanê bîn û ev peyama bi hêz bigihe hemû cîhanê ku gelê Kurd xwediyê yek doza hevbeşe û li xweşî û nexweşiyan da yekdeng û yekgirtîne. 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

06.03.2015

Back to top button