Qendîl li himber Ocalan berxwe dide

Pêvajoya ku li Tirkiye û Kurdistanê bi navê “pêvajoya çareseriyê“ tê rêve birin û daxwaziya Ocalan ya devjêberdana çekan rewşa di nava PKKê de jî bi awayekî derxist holê.
Ji berî hertiştekî wek gelek caran hatiye gotin devjêberdana çekan û ji holê rakirina vî şerê ku heyî bûyerek erêniye û ji bo tevgera azadixwaz a Bakurê Kurdistanê baş e. Herweha ji bo rewşa ciwakî û siyasî heta radeyekî ya darayî jî başe..
Ew kes û aliyên dixwazin ku ev şerê PKK dike li Bakur berdewam be bi tu awayî nikarin sedema vê bidin diyarkirin. Ev şer civakê tevlî hev dike, hêzên çekdarên PKK çekên xwe dema bixwazin wek tehdîdekî li dijê kurdan bi xwe jî kar tînin.
Awayek din ew kesên bi xêra dengê van çekan dibin xwedî kesayet,parlementer û serokên şeredariyan yanî bi kurtahî ew aliyên ranta vî şerî dixwin naxwazin ev şer dawî bibe. Ji ber ku dawî bûna şer dawîbûna salteneta wan ya kesayetiye.
Ji aliyek din ev şerê ku îro tê rêvebirin şerê çîyê? Daxwaziyên PKKê ji dewleta Tirk zelalin. Ji bo wan daxwaziyên ku îro têne kirin şerek çekdarî ne pêwiste.
Ocalan 10 madeyên ku ragihandî û ew 10 xalên ji dewletê daxwaz kirîn ne daxwaziyên bi ti cureyekî çareseriya pirsa kurd e li Bakurê Kurdistanê.
Ji xwe piraniya tiştên ku Ocalan daxwaz kirî hatine çareserkirin. Yanî Hukumeta heyî ji bo van 10 madeyan xwe nade aliyekî. Bi awayek din wek ku Ocalan jî didê xuyakirin ev 10 daxwaz ne sedemê şerek çekdariye.
Di rastiya xwe de Ocalan û dewletê li ser van 10 madeyan li hev kirine.
Ocalan vekirî helwesta xwe dibêje. Lê Qendil û aliyên HDPê yên ku naxwazin wek Ocalan bikin ne kifşe ku çi dixwazin û ji bo çi di berdewama şerek bê armanc de israr dikin.
Eger derkevin bêjin ku ev şer şerê filan tiştiyê û ji bo vê em dixwazin berdewam bin pirs tê guhertin. Lê eger bêjin ku heta hukumet daxwaziyên Ocalan bi cih nekê em dev ji çekan bernadin, di vê de ne samîmîne. Vekirî guh nadin Ocalan.
Qendîl vekirî dijê devjêberdana çekan e, beşek ji HDPê jî bi awayekî pişgiriya Qendil dike. Bê guman di vê rewşê de helwesta aliyên din yên Kurdistanî li Bakur girîng e.
Nabe hêdî bi daxuyaniyên ne zelal mirov behsa helwesta xwe bike. Pêwiste her aliyek siyasî bi zelalî helwesta xwe di vê derbarê de bide ragihandin.
Tê zanîn ku hinek dewletên herêmê wek Îranê naxwaze PKK ji dev çekan berdê. Îran vê yekê vekirî dike. Lê di Raya Giştî de nayê gotubêj kirin ku ji bo çi Îran vê yekê dike û Qendil di bin siha Îranê de siyaseta xwe ya herêmê rêve dibe.
Berpirsên Hukumeta Tirk û Ak Partiyê vekirî behsa kesên ku naxwazin wek Ocalan bikin dikin û helwesta xwe li himber wan didin kifşkirin.
Dixweyê Ocalan jî gihatiye baweriyekî daxwaziyên wî di nava PKKê de dibe sedemê nexweşiyekî. Bi awayek din Ocalan bê hesiyaye ku hinek di nava vê tevgerê de dijê daxwaziyên wî radiwestin.
Ihtimala ji bo têkdana vê pêvajoyê hinek pravaksyon çêbibin..
Lê dixweyê di dawiyê de Qendil û HDP dê ya Ocalan bikin..PKK li Bakur çekan datîne.
Dê heta Newrozê hinek tiş baştir bêne zelal kirin..
6.5.2015
Dara Bilek