Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Îro pênçşem 05.03.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal û Esîl Nuceyfî Parêzgerê Nînowayê kir.
Li hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bû, behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên Da’îş kirin. Her wiha rewşa bajarê Musil û rewşa jiyana rûniştvanên Musilê û çawayiya muamelekirina li gel rewşa niha û rizgarkirin û paşaroja navçeyên bin destê terorîstên Da’îşê guftûgo kirin.
Her li vê kombûnê da tekez li wê yekê kirin ku aliyên siyasiyên Iraqê hevkar û hemaheng bin li şerê terorîstan û ew şikestên li ser terorîstan da hatiye destpêkek bê ji bo rizgarbuna hemû cihên li bin destê terorîstên Da’îş de.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Cîgirê Serok Komarê Iraqê destxweşiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge kir ji bo wan serketinên li beranber terorîstên Da’îş bi dest hatine û hêvî jî xwest terorîst li Musil û cihên din jî tûşî şikestê bên û navçe ji çengê terorîstan rizgar bibin.