Polîtîk

Barzanî: Teror dijminê hevbeşê hemû aliyeke

Îro pênçşem 05.03.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ismet Yilmaz Wezîrê Bergiriyê Tirkiye û şandekî li gel kir ku ji Faruq Kaymakçi Balyozê Tirkiye li Iraq û Mehmed Akîf Konsolê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek berpirs û şêwirmendên Wezareta Bergiriyê Tirkiye pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Tirkiye ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û bi başî behsa mîhvandostiya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji bo rewşa avadankirina Herêma Kurdistanê hebû û her wiha ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûda cûda de kir û hêviya pêşketinên zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê xwest.

Wezîrê Bergiriyê Tirkiye li dirêjahiya axaftina xwe de behsa pêwîstiya pêkvejiyana gelan li navçeyê de kir ku bi hukma cîrantiyê û dîrok û cografyaya hevbeş tu çareyeke wan tûne ji bilî wê yekê ku bi pêkve bin û li dabînkirina asayîş û xweşguzeranî û pêşketinê hevkarê hevdû bibin. Her wiha eve jî xisterû ku stratejiya welatê wan berdewamiya peywendî û hevkariya di navbera her dû aliyane li warên aborî û uze û eve jî pêwîstî bi dabînkirin û parastina asayîşa her dû aliyan heye. Wezîrê Bergiriyê Tirkiye tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li şerê terorîstên Da’îş de palpiştê Herêma Kurdistanê dibê û li meşqpêkirina Pêşmerge û gihandina hevkariya mirovî de berdewam dibê.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û balkişand li ser wê yekê ku li navbera her dû aliyan de gelek war heye ku dikarin bi hemahengî û hevkariyê kar li ser bê kirin û pêşveçûn û aştî û pêkvejiyanê bê pêkanîn. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku pêwîste gelên navçeyê bi birayetî li gel hevdû da bijîn û tu cûre neheziyek li navbera wan da nemîne û derfetên gelek mezin heye ji bo yarmetîdana hevdû û bi bêyî hevdû qebulkirin û birayetiyê jî pêşketina navçeyê pêk nayê. Serok Barzanî pêzanîn û xweşbîniya xwe jî bi wan hengavên li Tirkiye ji bo çareserkirina kêşeyan û proseya çareseriya aştî li holê daye nîşanda û amadehiya Herêma Kurdistanê jî nîşanda ku li hemû qonaxên vê proseyê de yarmetîder bê ji bo nehiştina giriftan. Di derbarê êrîşa terorî jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku teror dijminê hevbeşê hemû aliyeke û dijî azadîxwazî û mirovayetiye û ji bo ji terorê rizgar bibîn divê hemû aliyek hewl xwe bide. Her wiha terorîstên Da’îş jî li bereyan da li ser destê Pêşmerge tûşî şikestê hatiye û raste ku me qurbaniyên zêde dane lê belê cihê serbilindiye ku terorîstên Da’îş li ser destê Pêşmerge hatine şikandin.

Her li vê kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û hemahengî û hevkarî ya aliyan ya ji bo têkşikandina teror û azadkirina navçeyan ji destê terorîstan û peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye hate nirxandin.

Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Şêx Ce’fer Şêx Mistefa û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyan û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ferîq Şêrwan Ebdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button