CivakPolîtîk

Silav ji bo Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman, hemû têkoşerên dewletbûna Kurdistanê

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo operasyona Musil û di vê derbarê de peydabûna rojeva siyasî daxûyaniyek ragihand û di vê daxûyaniyê de bangî pişgiriya helwesya serokê Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman dike. NIRXANDINA OPERASYONA MÛSILÊ Û ROJEVÊSeydayê Cegerxwîn gotiye;“Xebat bikin roj û şevŞûr û qelem di gel hev…”Yanî ji bo serxwebûnê/dewletbûnê xebateke him bêwestan him jî pir alî divê. Heta dewletbûnê hemû qadên jîyanê qadên xebatê ne. Îro du qadên ji wan li gor şert û mercan bi girîngiya xwe derdikevin pêş. Yek ji wan siyaset/dîplomasî yek jî têkoşîna çekdarî ye. Yanî wek ku Seydayê Cegerxwîn dibêje “Şûr û qelem di gel hev”…Di van rojên ku operasyona Mûsilê di rojevê de ye, piraniya nîqaşan jî li ser vê mijarê ne. Em miletê Kurd di vê mijarê de d içi astê de ne, divê em li ser vê bisekinin.Miletê Kurd bi aliyê xwe yê şervan tê nasîn. Di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de jî Pêşmergeyên qehreman careke din vê jêhatîbûn û serkeftinê ji cihanê re ispat kirin. Îro herêmên başûrê Kurdistanê ku nîqaş li ser hene gav bi gav ji aliyê Pêşmergeyên qehreman ve tên azadkirin. Ev serkeftinên Pêşmergeyên qehreman, bingeha dewleta Kurdistanê ne.Îro bingeheke din ji bo dewletbûna Kurdistanê tê danîn.Berî çend rojan Endamê Serkirdeyatiya Partî Demokrat a Kurdistanê Elî Ewnî ragehand ku Hewlêr û Bexda li ser mijara herêmên Kurdistanê ku nîqaş li ser hene li hev kirine. Li gor daxuyaniyê wê di derbarê operasyona Mûsilê de herêma Kurdistanê rê bide ku artêşa Iraqê di bin çavdêriya Pêşmergeyan de li sengerên Kurdistanê cih bigirin. Li hember wê jî wê hikumeta Iraqê qebûl bike ku Pêşmerge ji cihên ku ji destên DAIŞê rizgar kirine venekşin. Yanî herêmên nîqaşkirî bê referandûm bi Kurdistanê ve bê girêdan.Niha Pêşmergeyên qehreman amadekariya operasyona Mûsilê dikin. Di heman demî de Serok Barzanî jî xebateke dîplomasiyê ya mezin bi rê ve dibe.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê di serî de Cenabê Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên qehreman, hemû xebatkar û têkoşerên dewletbûna Kurdistanê silav dikin. Di vê rêya zehmet û dirêj de daxwaza serkeftinê ji hemû serxwebûnxwaza re dikin. Di heman demî de eşkere dikin ku ji xeynî xebatên me yên li bakûrê Kurdistanê, ji bo serxwebûna Kurdistanê li kîjan parçeyê Kurdistanê pêwîstî hebe em wek hêzeke zindî her amade ne.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ16.10.2016

Back to top button