Şîe tehdîtê li kurda dikin
Partiyên Şîeyên Iraqê ji bo bê tifaqiyê bêxin navbera kurda û pêvajoya referanduma serxwebûnê paşve bêxin dest hinek pêwendiyan li gel partiyên kurda kirin.Serokê hevpeymaniya niştimaniya şîe û serokê encûmena bilind a îslamî li Iraqê Emar Hekîm,li Bexdayê roja şemiyê 08.07.2017ê li gel fraksiyonên YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela îslamî civînek pêkanî.Di civînê de Emar Hekîm gef li gelê Kurdistanê kirin û ragehand, ku eger Kurdistan referandumê pêkbîne û li Iraqê cuda bibe, şeqamên Iraqê dê li hember xwe bibîne û em jî nikarin kontrol bikin.Di civînê de YNK, Gorran û Komel ku bersiva wan gefên Emar Hekîm nedan. Lê nûnerê Yekgirtuya Îslamî û parlementerê parlementoya Iraqê Musena Emîn bi tundî bersiva Emar Hekîm da û got: ‘’Serxwebûn mafê gelê Kurdistanê ye û ew maf di îslamê de, destûrê de û di demokrasî de jî hatiye diyar kirin.’’