Kultur

Sibê pêşangeha pertûkan li Zaxo tê vekirin

Zanîngeha Zaxo bi hevkariya hejmareka pertûkxaneyên Dihokê û Bexdayê wê Yekemîn Pêşangeha Pertûkan ya salane di nava Zanîngeha Zaxo encam dide û biryare ev pêşangeh heta sê‌ heftiyan berdewam be.

Dr Hogir Tahir Ragirê Peymangeha Zanistên Mirovayetiyê got: Biryare roja yekşemê 16/02/2020 heta sê heftiyan Yekemîn Pêşangeha Salane ya Pertûkan li bin çavdêriya Serokê Zanîngeha Zaxo bê vekirin ku biryare şeş pertûkxaneyên bajarê Dihokê û pertukxaneyek ji bajarê Bexda jî vê‌ pêşangehê de beşdar bibin û salane pêşangeh di nava zanîngehê da bi awayeke rêkûpêk bê sazkirin.

Her wiha got: Biryare rêjeyeka zêdeya pertûkan li vê pêşangehê beşdar bibin û kêmkirin û daşikandin jî wê li ser hemû pertûkan di nava pêşangehê da hebe û her wiha du otombêl hatine destnîşan kirin da ku ji navenda bajarê Zaxo wan kesên hez dikin beşdariya vê pêşangehê bikin wê bê beramber wan kesan veguhezin Zanîngeha Zaxo.

 

Back to top button