Polîtîk

Serok Barzanî û Ellawî li ser sê xalan li hevkirin

Roja şemî 15.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesod Barzanî pêşwaziya birêz Dr Eyad Ellawî û şandekî li gel kir.

Li vê civînê de bi hûrî behsa pêşhatên rewşa Iraq û navçeyê û babeta pêkanîna Hikûmeta Întîqalî ya nû ya Iraqê kirin û her dû alî li ser van xalan rêkketin:

Yekem: Her dû alî tekez kirin ku Iraq pêwîstî bi mayîna Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye bo ku li rûbirûbûna metirsiya terorê, bi taybetî jî li berçavgirtina tevgerên vê dawiyê yê Da’îş de hevkariya welat bikin.

Dûyem: Iraq welatê fireh alî û pêkhatane û hîç aliyekî siyasî nikarê di derbarê biryarên çarenûssazên dewletê û paşaroja wê de, takrewiyê bike, ji ber ku ewe dibê gefek li ser yek perçeyî ya welat û aştiya civakî.

Sêyem: Pêwîste pêkhata Hikûmeta nû nûnerayetiya me hemûyan bike û hemû pêkhatên Iraqê têda beşdariyê bikin heta yekgirtina niştimanî û daxwazên aştîxwazaneyên xwepêşanderan û tevgera cemawerî li xwe bigre.

 

Back to top button