Polîtîk

SHK û PDK rewşa dawî ya pêkanîna Hikûmetê nirxandin

Li çarçêweya wan rêze kombûnên Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasiyê Kurdistanê da heye, îro yekşem 16.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Li vê kombûnê da ku taybet bû bi axaftina di derbarê pêkanîna Hikûmeta nû û hengavên dawî ya danustandina di navbera aliyên siyasî yên li ser pêkanîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û beşdarbûyên kombûnê li ser ewe hevrêbûn ku pêwîste danustandin û peywendî li gel aliyên siyasiyan da berdewamiya xwe hebê û li demeke nêzîk jî da kabîneya nû bê ragihandin. Di derbarê pêkanîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi navê leztirkirina pêvajoya danustandina aliyên siyasiyan, komek biryar hate derxistin.

Her li vê kombûnê da encamên serdana birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya welatê Tirkiye hate nirxandin û axaftinê li ser naveroka serdana şanda bilinda Herêma Kurdistanê kirin ku biryare sibê serdana Bexda bike.

Pêvajoya siyasî û emniya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû. 

Back to top button