SHK: Heyder Şeşo bi awayeke fermî hatiye destgîrkirin

Piştî wê yekê ku taqimek ji devera Şingalê hewldana damezrandina hêzek ji derveyê hemû çarçêweyên yasayî û Wezareta Pêşmerge bûn, di destpêka meha 2 yê îsal hatin agahdar kirin ku rê nayê dayîn ku tu hêzek ji derveyê desthilata yasa bê dirust kirin û dû meh muhlet bi wan hate dayîn ku pêwîste heta destpêka meha 4ê 2015 xwe yek alî bikin. Eger mebesta wan bê ku xizmeta Şingal û Kurdistanê bikin dikarin bi awayeke fermî li rêza hêzên Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve beşdarî bikin û bêne rêkxistin.

Her çende ew sûr bûn li ser hewlên xwe û tehdîda desthilata Herêma Kurdistanê dikirin, li vir radigihînin bi tu awayekî rê nayê dayîn hêzên ne yasayî bêne dirust kirin û serpêçîkar û binpêker jî li gor yasa muamele li gel wan da dihête kirin.

Ji ber wê yekê ku Heyder Şeşo berpirsê vê taqime û çend kesekî din bi awayeke fermî û eşkere hatine destgîr kirin û didine dadgehê, kesek jî nehatiye wenda kirin û bi nihênî nehatine destgîr kirin.

 

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

06.04.2015

M.M

Nerîna min :