Polîtîk

SHK dilgiraniya xwe li hember rûwanên El Enbar anî ziman

Girjî û aloziyên çend rojên derbasbûyî ya Parêzgeha El Enbar û bi taybetî êrîşkirina li ser mala Ehmed Elwanî Endamê Parlemen û destgîrkirin û kuştina birayê Elî Elwanî cihê nîgeraniyê ye û em serxweşiyê li malbata Elî Elwanî dikin û bi dilgiraniyê ve temaşa aramî û bexteweriya hemwelatiyên li vê parêzgehê de dikin. Hêvîdarîn di demeke zû de dawî bi kêşeyên parêzgeha El Enbar bê. Daxwaz dikin bi navê çareserkirina kêşeyên vê parêzgehê hemû aliyek vegerin li ser çareseriya aştiyane û diyalog û hevdû têgihiştinê. 

Her wiha li vir jî radigihînîn ku nabê babeta dijayetî û rûbirûbûna terorê têvlî wan nerazîbûn û daxwazan bê kirin ku xelkê vê parêzgehê hene û pêwîste guh bidin wan û çareseriyê ji bo wan peyda bikin.

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

29.12.2013

Back to top button