Polîtîk

SHK: Barzanî dixwaze hilbijartin di dema xwe de çêbibe

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê

Di derbarê encamdana hilbijartina Parlemen û ew axaftinên ku li ser egera paşxistina hilbijartina Parlemena Kurdistanê ku li çend rojên derbasbûyî ji hinek navendan ve dihate kirin, em ji xelkê Kurdistanê re radigihînîn ku Serok Barzanî erkê xwe yê yasayî bi cîh gihandiye û  li 18.04.2013 bi fermana herêmî ya roja 21.09.2013 ji bo encamdana hilbijartina Parlemena Kurdistanê diyar kiriye.

Her wiha ev dem li gor yasaya hejmar 18 ê sala 2013 Parlemena Kurdisanê tekez li ser kiriye. Ji bilî wê jî tu aliyek ne Parlemena Kurdistanê û ne Hikûmeta Herêmê û ne Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kirine ku guhertin li ser vê demê bê û hilbijartina Parlemana Kurdistanê bê paşxistin.

Ji bo wê yekê ji dilniyakirina xelkê Herêma Kurdistanê radigihînîn ku eger hinek kes û alî li ser wê baweriyê ne ku paşxistina hilbijartina Parlemen li desthilata Serokê Herême, eve Serok Barzanî bi tu awayekî ne li gel paşxistina hilbijartina Parlemena Kurdistanê ye û cenabê wî wiha bawere divê hilbijartina Parleman li 21/09/2013 û li dema xwe ya diyarkirî de bê encam dan.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

24.08.2013

Back to top button