Şandeyeke Kurdistanê ber bi Îrlandya Bakur bi rê ket

Bi armanca bihêzkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îrlandaya Bakur û şopandina wê  peymana lihevtêgihiştinê yaku, sala 2012ê di navbera her du aliyan de hatiye îmza kirin, îro roja şemiyê, li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Îrlandayê, şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve ber bi Îrlandaya Bakur bi rê ket.

Biryare şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji nûnerên wezareta navxwe, wezareta xandina bala, wezareta zîraetê, konseya bala ya sermayerazandinê, fermangeha hevahengî û dûvçunê, nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Brîtaniyay û nûnerên odeya bazirganî û pîşesazî pêk tê, dê digel Arlîn Foster wezîra bazirganî û berpirsên din yên hikûmeta Îrlandayê, li ser çewaniya sudwergirtin ji tecrûbe û pisporiya wî welatî ku, di peyama lihevtêgehiştinê de hatîne diyar kirin,  bicivin.

Ew peymana lihevtêgihiştinê di roja 16.07.2012ê di navbera her du hikûmetan de, hikûmeta Kurdistan û Îrlandayê de, li Hewlêrê hatiye îmza kirin û warên bazirganî, xandina bala, tûrîzm, çandinî û geşepêdana çiyanan li xwe digire.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: