Civak

Seydayê Mele Ebdullah Varli çû rehma Xwedê

Komeleya Nûbiharê ji bo Seydayê Mele Ebdullah Varli sersaxi diyarkir, daxuyanıya komelê li jêr e :

 Seydayê Mele Ebdullah Varli Çu Rehma Xwedê

 

Zanayê  ulûmên İslamê, nivîskar û rewşenbîr, xemxûr û çalakerê doza Kurd, Seydayê Mele Ebdullah Varli do (02.02. 2012) li Enqerê, li nexweşxaneya İbn-i Sînayê çu rehma Xwedê. Ji meha Îlona sala borî û bi vir ve Mamoste Varli, bi teşxîsa nexweîya pençeîra xwînê (losemî) di nexweşxaneya İbn-i Sînayê de di bin tedawîyê de bû. Cenazeyê Mamoste Varli sibê, (roja şemîyê) piştî nimêja nîvro li Erdş a bajarê Wanê dê bête veşartin. Mamoste Varli, 72 salî bû.

Mamoste Varli, ji malbatek mezin ku gelek ‘alim û zana jê derketine bû. Mamoste Varli, ji salên 80’yî vir ve jiyana xwe li Enqerê didomand.

Seyda, der barê dîrok û çanda Kurdî de xwedî gelek behrem bûn. Lêbelê Ew; bêtir bi yekemîn meala Kur’anê ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn, hate nasîn. Wî, meala Qur’anê di sala 1977 an de xelas kiribû, lêbelê heta sala 1994 an, ji ber polîtîkaya dewletê ya red û înkarê ya li hemberî hebûn û çand û zimanê Kurdî nekarîbû meala xwe çap bike. Ebdullah Varli, meala Qur’anê ya ku bi navê “Quran a Pîroz û Arşa Wê ya Bilind/ Kur’an-ı Kerim ve Kürtçe Meali” amade kiribû, dabû  sazîya Diyanetê da ku destûr werbigre. Lê wê çaxê Diyanetê destur nedabû meala Kurdî.

Seyda paê bi destxistina derfetekê muweffeq dibe ku meala xwe pşkî Serokkomarê hingî Silêman Demirel bike.. Ev bûyer, wê çaxê li Tirkiyê gelek deng vedabû. Yekemîn meala Kurdî ya Seyda, ji alîyê naverok û terza wergerê ve di nava zana û rewşenbîrên Kurdan de bibû mezherê nîqaş û ‘elaqeyek mezin. Piştî vê berhemê Seyda bi navê “Dîroka Dugelên Kurdan” berhemek giranbiha derxist.

Girîngiya vê berhemê ev bû ku Seyda derheqê dîroka Kurdan de ne bi agahiyên duyemîn, xwe gihandibû çavkaniyên yekemîn. Cardin; yek ji girîngtirîn berhemên wî, berhema ku ji du cîldan pêk hatiye ya bi navê “Dîwan û Jînewarîya Ahmedê Xanî” û “Dîwan û Gobîdeyê Ahmedê Xanî Yêd Mayîn” bû. Di van berheman de jî, di bin ronahîya çavkaniyên yekemîn ku exlebên wan ji belgeyên arîvan pêk dihatin, bi dirêjayî behsa dîroka Hekarî û Bazîdê, jiyan û berhemên Xanî kiribu. Ev berhem jî, ji alîyê bi rêkûpêkbûnê yekemîn berhema ku der barê arif û edîbê nemir Xanî de hatiye nivîsandin bû. Digel van berheman, yên wek pirtûka zanayê Kurdê Îranî, Prof. Dr. Reîd Yasemî ya bi navê “Kurd û Peyvestegî û Nijadê O” wergerand û bi îroveyan dewlemend kir.

Mamoste Varli, heta dawiya temenê xwe, bi wê yextiyarîya xwe, ji bil çend saet xew û xwarinê, temamê wextê xwe bi xwendin, lêkolîn û nivîsandinê di borand. Ev çend sale li ser berhemek ku der barê Êzdiyan de bû di xebitî. Ji vê pêve cildê duyem yê Dîroka Dugelên Kurdan jî digot amade ye lê derfeta maddî dest nade ku wan bi weînim.

Li gor baweriya me; mirina ‘alimekî, mirina ‘alemekê ye. Seyda, hem bi ‘alimtiya xwe û hem jî bi rewşenbîrîya xwe mirovekî “zu’l-cenaheyn” bû. Ango wî hem kesayetîya dînî û hem jî wek rewşenbîrekî Kurd, zana û dilsozê doza xwe bû.

Em wek Komela Nûbiharê bi minasebeta wefata Mamoste û Seydayê Mele Ebdullah Varli, ji bo malbata wî û ji bo gelê me taziyetên xwe pşkş dikin. Ji Xwedayê Dilovan hêvî û lava dikin ku wî ef û mexfîret bike û mekanê wî bihuşt bigerîne..

Serê gelê Kurd û malbata Seydayê Mele Ebdullah sax be.

Xwedê bi rehma xwe şa bike û mekan bihuşt be.”

 

Komeleya Nûbiharê

Back to top button