Civak
Şêx Ubbeydullahê Şaxî weft kir
Şêx Ubbeydullahê Şaxî
Di 29.01.2012 de Şêx Ubbeydullahê Şaxî yê bavê Selam Cizîrî endamê Komîteya karger a Fedrasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê, jîyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe.
Şêx Ubbeydullahê Şaxî (90) di 2002ê de ji aliyê dewletê ve hatibû girtin û 9 mehan di girtîgeha Cizîr, Mêrdîn û Diyarbekirê de ma.
Ew kesek kurdperwer, alim, zimanzan û diroknas bû. Wî di jîyana xwe da bi sedan şagirt di medreseyan da bi kurdî perwerde kirîye û herdem li cem doza gelê xwe bûye. Xewn û xeyalên wî herdem ew bûye ku kurd bigêhîjin azadî û rizgariya xwe..
Gotina wî ya herî dawî ew bû ku: ”parçeyên din yê welêt jî wek başûrê Kurdistanê azad û xwediyê statû bibin”.