Cîhan

Serxwebûna welatê Çekê li Hewlêrê hat pîroz kirin

Bi amadebûn Kerîm Şingarî wezîrê navxwe, Cafer Mistefa wezîrê pêşmerge, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê û nûnerên welatên biyanî, duhî li bajarê Hewlêrê, ofîsa koordînatoriya sefaretxaneya welatê Çekê li herêma Kurdistanê, roja serxwebûna welatê Çekê bi merasimekê pîroz kir.

 Sefîrê Çekê yê Îraqê, di merasimê de peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de got ku, ew gelek kêfxweşe roja serxwebûna welatê xwe bi şahiyekê li Hewlêrê pîroz dike û ”Vê yekê jî manayeke xwe ya taybet heye, çunkî roja niştîmaniya welatê Çekê di du rojên cuda de tê pîroz kirin, roja 17.11.2013ê û di roja 28.11.2013ê  rojên swexwebûna welatê Çekê ne. Hilbijartina roja 17 november bo bîranîna roja neteweyî, li herêma Kurdistanê, gelek mana dide, di vê rojê de Adolf Hetler biryar dabû zanîngehên Çekê dabixe û xwendekaran ber bi zîndanan û îdamê bibe….. di vê dîrokê de, li welatê Çekê,  şoreşa Velvet li dijî desthilata komonîzmê dest pê kir, ji ber wan hokaran me ew roj hilbijart li herêma Kurdistanê şahiya serxwebûna Çekê bikin. Gelek xalên hevbeş navbera dîroka Çek û herêma Kurdistanê de hene. Her du gelan, gelê kurd û gelê çekî ji bona azadî û demokrasiyê xebat kiriye  û divê em qîmeta wê azadiyê bizanin.”

  Sefîrê çekê yê Îraqê di berdewamiya axasftina xwe de got ku, çekî di komele û kompaniyan de bi çalakî kar dikin û bi awayekî ber bi çav di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê, bi tyabetî di warê şûnewar, enerjî, av û bazirganiyê de, beşdar in.

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve  di axaftina xwe de sipasiya sefaretxaneya Çekê a li Îraqê kir ku, roja serxwebûna welatê xwe li Hewlêrê pîroz dike û ew roj li sefîr û gelê Çekê pîroz kir.

 Mistefa jî  got ku, dîrokek hevbeş navbera gelê kurd û gelê çekî heye û her du gelan di serdemên borî de gelek êş û azar dîtine ”Jiber hindê kurd û çekî gelek qîmeta azadiyê dizan in û me her du aliyan ji bona bidestxistina azadî û demokrasiyê gelek bexwe daye.”

 Berprisê têkeliyên derve got: ”Welatê Çekê yekem welat bû di sala 2006ê de ofîsa koordînatoriya sefaretxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekir û hîngê hikûmeta herêma Kurdistanê ew karê hikûmeta Çekê bilin nirxand û çavê me li hevkariyên zêdetir e bi welatê Çekê re.” 

 Felah Mistefa rola kompaniyên çekî ku, beşdariyê di pêşangehên nevdewletiyên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê de dikin, li herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, welatê Çekê yekem welat bû bankeya hikûmî a biyanî bo budceya pirojeyekî hevbeş di navbera kompaniya Kar Grûp, kompaniya PSG a çekî û kompaniyekî tirkî de, vekiriî.

 Mistefa got ku, gelek derfet navbera herêma Kurdistanê û Çekê de hene ku, hevarî û hevahengiyê bi hev re bikin.

 

 

 

Back to top button