Serokê Herêma Kurdistanê bitaybetî bi girîngî û bayexek mezin mijara serxwebûna Kurdistanê tîne rojevê, hikûmeta Iraqê jî bi gelek şêweyan dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dike. Lêkolînerekî Îranî behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, ev mijar serekî ye li rojhilata navîn. Di beşê yekem yê lêkolîna xwe de bi navê (Kurdên Iraqê ji dostaniya çiyan ta daxwaza serxwebûnê) ku di malpera Fratab a Îranî hatiye belavkirin, Lêkolînerê Îranî di ware karûbarên siysî li rojhilata navîn de Arman Selîmî amaje bi dîroka gelê Kurdistanê jibo serxwebûnê dike,  û pirsgirêka kurdî ligel pirsgirêka Felestînê wek pirsgirêkên serekî yên rojhilata navîn wesefkir. Lêkolîner piştî weberhênanî xebata gelê Kurd li Herêma Kurdistanê jibo serxwebûnê di serdemên cuda de ji wan serdema Şêx Mehmûd Hefîd, Şêx Ehmedê Barzanî, Mela Mistefa Barzanî û beşdarbûna wan di komara Kurdistan de li Mehebadê, serhildana Buhara salên nûdî ku ew qonaxa dawî jibo serxwebûnê wesif dike. Herwiha behsa salên piştî azadkirina Iraqê dike ku, têde Kurdan karîbûn pêgeyê xwe bi riya yasa qim bikin û rolek girîng di Iraqê de û di guhrtinên welat de. Bi gotina wî lêkolînerê Îranî, di van salên dawî de mijara serxwebûna Kurdistanê bayexekî mezin pêdaye bitaybet ji aliyê Serokê Herêma gelek bi girîngî hatiye rojevê, beramberî vê yekê hikûmeta Iraqê bi gelek core û şêweyan dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dike. Nuwar Feqê /BasNews

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: