Hejmarek şervan û endamên Kurd ên li nav YPG-YPJê ku di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de cî digirin, li ser êrîşên PKKê yên ser boriya neftê û hêzên Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê, nameyeke vekirî ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re şandin.
Di nameyê de hatiye gotin, ji bo bersiveke zelal û tetmînkar bide ew vê nameya vekirî ji Mezlûm Ebdî re dişînin û hêvî dikin li ser bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin û dibihîzin bersiveke tetmînkar bistînin.
Di nameya ku bi erebî hatiye belavkirin de, şervan û endamên HSDê dibêjin, ew ji bo parastina xaka xwe, şeref û hesîyeta gelê xwe beşdarî nav hêzên YPG û YPJê bûne û balê dikişînin ser teqandina boriya neftê û êrîşa ser hêzên Pêşmerge ji aliyê çekdarên PKKê ve.
Di beşeke nameyê de wiha tê gotin: “Heval Mezlûm: Em ji bo parastina xaka xwe, şeref û hesîyeta gelê xwe beşdarî nav hêzên YPG û YPJê bûn. Lê belê em ji televizyonên satelaytê dişopînin ku serkirdeyên PKKê bi awayekî şanazî behsa teqandina boriya neftê dikin. Hevalê Mezlûm, em wekî Kurd me gelekî êş kişandine, dilê me diêşe, xwîn dirije.
Wan pir baş dizanî ku êrîşa ser xeta boriyê li ser berjewendiyê gelê me yê Başûr e. Piştî êrîşê rojane bi deh milyonan zirara aborî çêbû.
Gelo ew êrîş li berjewendiya Kurdan û Kurdistanê bû yan li berjewendiya dijminên Kurdistanê bû?
Em gelek baş dizanîn ku, ev destwerdanên PKKê ne nû ne, berê jî hebûn. Serok Barzanî her daîm hewil dide agirê şer bitemirîne û dibêje, nehiştina şerê birakujiyî xeta sor e.”
Di nameyê de herwiha behsa êrîşên bi ser hêzên Pêşmerge de li Çemankê ku Pêşmergeyeke hatibû şehîdkirin û 2 jî birîndar bûbûn û teqandina boriya neftê û herdu êrîşên li ser polîsê gaz û petrolê tê kirin û digel daxuyaniyên serkirdeyên PKKê bersiveke zelal ji Mezlûm Ebdî tê xwestin.
Şervan û endamên HSDê di dawiya nameya xwe de dibêjin;
“Rêzdar Mezlûm Ebdî mafê me ye em van pirsan bi awayekî matmayî li cenabê te bikin:
Hûn ji bo çi ji tawanên rêhevalên me yên PKKê ku li ser gelê Başûrê Kurdistanê dikin re bêdeng dimînin û em vê bêdengiyê bi çi şîrove bikin?
Gelo tu jî wan êrîşên li ser gelê me têne kirin, qebûl dikî? Ne wisa be heta niha çima bêdeng dimînî?
Tu şika me jê nîne ku tu yê bersiveke tetmînkar bidî van pirsên me.”
Peyamakurd