PolîtîkRojev

Bila Kurd ji Bexdayê vekişin !

Li ser projeyasaya deynkirinê ya ji aliyê Parlamena Iraqê hat pejirandin, Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd da zanîn, hemû dahata Kurdistanê radestî Bexdayê bê kirin jî, Iraq ne amade ye budce û mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bişîne, ji ber wê jî daxwaza vekêşandina Kurdan ji Bexdayê kir.

Roja 12.11.2020ê Parlamentoya Iraqê projeyasaya deynkirinê pejirand û di wê projeyasayê de rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nepejirand û ew 320 milyar dînarê ku biryar bû Hikûmeta Iraqê her meh bo Herêma Kurdistanê bişîne ji holê rakir.

Li hember vê yekê sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniya diyar kir û got: ‘‘Şovenên Ereb di nav Parlamentoya Iraqê de civîn ji rê derxistin bo birîna budce û mûçeyê herêma Kurdistanê.’’

Herwiha amaje bi gotineke xwe ya berê kiribû jî kir û got: ‘’Eger hemû dahat, ax û gel jî radestî Iraqê bikî, Bexda ne amadeye budce û mûçe û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bide. Lê îro zêdetir jî mahiyeta Iraqiyan derket û Sunne û Şîe li gel hemû dijminantiya xwe ya li gel yek heye, her Ereb bûn û li gel yek bi yekdengî daxwaza birîna budce û mûçeyê Herêma Kurdistanê kirin.’’

Mihemed Hacî Mehmûd daxwaz kir, desthilata destûriya Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî bicivin û biryarê ser wan xalana bidin:

1 – Êdî daxwaza pare û budce û mûçe ji Iraqê neyê kirin.

2 – Kurd xwe ji Bexdayê vekêşe.

3 – Ew dahata heye li Kurdistanê bê rêkxistin.

Back to top button