
Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, tişta li Parlamentoya Iraqê hate kirin, heman fikra dema enfal û kîmyabaran û birsîkirina xelkê jî heman tişte. Herwaha got guftûgo berdewamin, li Parlamentoya Kurdistanê çi pêwîst be dê bê kirin.
Roja 12.11.2020ê berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tişta li Parlamentoya Iraqê hate kirin, dijî herêma Kurdistanê bû, Iraq dubare îspat kir, ti demekê Iraq ne ya kurdane û nabe, nefesa enfal û kîmyabaranê û birsîkirin ji wan şovenan xilas nabe.’’
Derbarê qutkirina 320 milyar dînarê ku di navbera Hewlêr û Bexda de rêkeftin li ser hatibû kirin de jî got: ‘’Birîna mûçeyê xelkê Kurdistanê, enfal û kîmyabaran tîne bîra mirov û ji me re dibêje, Iraq bi bername û bi qesdî çend sale kurdan birsî dike. Ew çi ji dest wan bê, bi tifeng be yan bi birsî kirinê be li hember kurdan dê bikin û xwe jê paşde nagrin.’’
Herwaha got: ‘’Erebên şîe û suneyên Iraqê, dema mesele dibe kurd, hemû nakokiyên xwe didin milekê û dîroka tejî dijminayî navxwe jibîr dikin û berê xwe didin dijminê nav dilê xwe. Ji ber wê dema yekgirtin û dana aliyekê ya nakokiyane û helwêst wergirtina kurdane, rewşa me li gel Iraqê ji vê xirabtir nabe.’’