Polîtîk

Şervan ji aliyê Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmerge pêşve diçin

Fermandarê Lîwaya 8 a Hêzên Pêşmerge ragihand ku, şevê din Hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li çekdarên DAIŞê dan û 15 kes ji wan kuştin.

Emîd Haşim SÎteyî Fermandarê Lîwaya 8 a Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din terorîstên DAIŞê ji çend aliyekî ve êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî besiva wan dan û ew şikandin û gellek ziyan gehandin wan û bera wan jî dan.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di wî şerî de bêtirî 15 terorîst hatin kuştin, lê bi dilxweşî ti ziyan ne gihîşt Hêzên pêşmerge.”

Haşim Sîteyî tekez kir ku, “Şervanên YPGê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge pêşve diçin û berê xwe dane Til Hemîs ku gellek nemaye rêya Qamişlo bigirin.”

Back to top button