Kultur

Serpêhatiya Îsa pêxember bi kurmancî derket

 

Ev pirtûka bi navê Serpêhatiya Îsa Pêxember ji aliyê nivîskar û helbestvanê Medreseya Kurdî Mele Arif Dêrsilavî ve bi tîpên erebî hatiye nivîsandin û ji aliyê nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinarî ve hatiye latênîzekirin, li Swêdê ji aliyê PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî ve jî hatiye weşandin.

Jimara pirtûkên Z. Zinar bi vê pirtûkê re gehane 121ê.

Pirtûk, li ser serpêhatiya Îsa Pêxemberî hatiye nivîsandin.

Çewa ku tê zanîn, rojekê Meryemaya keçik ji nava bajêr çûye derve aliyê rojhilata bajarê Qudsê û di nava saetekê de ducanî bûye, li wirê lawikek jê re çêbûye. 

Serpêhatiya Îsa Pêxemberî çendî ku pir fireh û têkel e, lê belê em ê  vegerin ser naveroka pirtûkê:

Pirtûk helbest e, bi kêş û qafiye ye û bi yazdeh kiteyan hatiye honandin. Tê de 10 beş, 416 malik û li dawiyê çend rûpel helbestên cuda hene, her beşek jî bi naverokeke cuda hatiye nivîsandin. 

Di lêkolîna min de diyar bûye ku peyvika ”Îsa” peyveke kurdî ye bi wateya çirisandin, çilwilandin û ruhnîkirinê ye. Lê belê ev nav jî di nava Ereban de weke piraniya navên kurdî yên din bi guhertineke piçûk ji qalibê wê derxistine û cil û bergên erebî lê werkirine. Di vî navî de jî tîpa ”î”ya kurdî kirine ”´eyn”a erebî û di ferhenga xwe de bi cih kirine. 

Ev nusxeya bi tîpên latênî bi forma A5 e (13×21) digel nivîsa bi tûpên erebî, 110 rpel e. Nivîsa bi tîpên erebî li aliyê rastê hatine bicihkirin. Îcar xwendevan dikarin ji herdu alfabeyan jî sûd werbigirin.

Bi umîda ku pirtûk sûd bide Ziman û Çanda Kurdî, li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.

NAVNÎŞAND:

Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî

Stockhol/SWEDEN

E-mail: [email protected]

Malper: www.pencinar.se

Back to top button