CîhanRojev

Serokwezîrtî ne tenê mafê zilamaye

Herkes bendeye ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê encama hilbijartinan ragihîne lê ji Tevgera Sadr daxwuyaniyekî hat dayîn. Tevger got ku serokwezîrtî ne tenê mafê zilamaye. Ragihandin ji serokê komîsyona ku xebata avakirina hukumetê dike ji Hesen Azarî hat. Azarî got ku jin nîvê milletê ne.

Yek ji rêvebirên Tevegra Sedr ya ji bo damezrandina hukumetê Nassar Rûbayî ragihand ku di şûna siyasiyan de, dixwazin ji kesên serbixwe hukumet bê damezrandin lê wê serokwezîr ji nav tevgera wan be. Rûbayî ji bo ajansa fermî ya Iraqê INA yê ragihand ku weka bere wê wezaret di nav partiyên siyasî de neyên parvekirin. Rûbayî weha got:

“Hukumeta bê avakirin wê ne li ser lihevkirina siyasî be. Wê hukumet ji kesên serbixwe be û divê karibe temamê pêkhateyan temsîl bike. Em weka tevgera Sadrê, em ê berjewendiyên partiyan bikin berjewendiyên netewî. Wê namzedê serokwezîrtiyê ji Tevgera Sadr be û em ê aşkera bikin. Wê tevgera me ji temamê têkçûyiyên hukumetê berpirs be.”

Meclisa Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û Tevgera Sadr 73 parlementeran derxistiye.

Back to top button