PolîtîkRojev

Serokwezîr:Em şerê terorîzmê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li daxuyaniya 5 welatên zilhêzên cîhanê kir ku êrişa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kiribûn û got, “Em bi hev re şerê terorîzmê dikin.”

Amerîka, Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalyayê îro, 16/04/2021, di beyannameyeke hevbeş de êrişa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek derbarê wê beyannameya de belav kir û ragihand, “Me armancên hevbeş hene: Seqamgirî û asayiş bo hemû xelkê Iraqê û serkeftin bi ser DAIŞê de.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serokwezêrê Herêma Kurdistanê diyar dike, “Ez tekezî li ser karkirina Herêma Kurdistanê dikim li gel hevpeymanên me yên navdewletî ji bo têkbirina terorîzmê bi hemû şêweyan.”

Amerîka û hevpeymanên wê yên Rojavayî îro 16/04/2021, derbarê êrişa du roj berî niha ya li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kirin.

Ew her 5 dewlet diyar dikin, “Em bi tundtirîn şêwe êrişa 14ê Nîsanê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin. Hikûmetên me bi hev re piştevaniyê li hikûmeta Iraqê dike bo lêkolîna derbarê êrişê de bo piştrastbûna ji wê ku bikêrên êrişê bigihin cezayê xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Em êrişên li ser endamên serbazî û saziyên Amerîkayê û Hevpeyamaniya Navdewletî qebûl nakin û em pabendbûna xwe ya berdewam bo şerê li dijî DAIŞê dûpat dikin.

Back to top button