CîhanRojev

Bi daxûyaniyek hevbeş êrîşa li ser Hewlêr şermezar kirin

Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê bi daxuyaniyek hevbeş a derbarê êrîşa li ser firokexaneya Hewlêrê belav kir.

Di daxûyaniyê de dibêjin: ‘’Ev daxuyanî bi hevbeşiya Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîkayê ve derbarê êrîşa 14ê Nîsanê ya li ser Herêma Kurdistan a Iraqê hatiye nivîsandin.’’

Herpênc welatan teqez kirin  ku ‘’Em wek hikûmetên Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîkayê bi awayê herî tund  êrîşa 14ê Nîsanê ya li ser herêma Kurdistanê Iraqê em şermezar dikin.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kirin ku ‘’Em bi hevre piştevaniya lêkolînên hikûmeta Iraqê dikin bo piştrastbûna ku ewên ku berpirsbûn ji wê êrîşê derkevin pêş yasayê.’’

Dawiya daxuyaniyê de jî hatiye gotin: ‘’Helwêstê me yekgirtiye ku êrîş li ser hêz û binkeyên Amerîka û hêzên hevpeyman cîhê razîbûnê nîne, em pêbendin bi berdewam şerê dijî DAIŞê.’’

Back to top button