Polîtîk

Serokwezîrê Misirê serdana Hewlêrê dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Şerîf Şahîn sefîrê komara Misirê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de behsa têkeliyên dêrîn û dîrokî yên navbera Kurdistan û Misirê kir.

Di civînê de, her du aliyan behsa amadakariyên serdana çaverêkirya serokwezîrê Komara Misirê bo herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser pêşxistina peywendiyên navbera Misir û Kurdistanê di hemû waran de kir.

Sefîrê komara Misirê di axaftina xwe de got ku, di demek nêzîk de ofîsa nneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê dê li Qahîreyê bê vekirin û ev yek dê bibe yekem ofîsa hikûmeta herêma Kurdistanê li welatên erebî û ev yek jî dê têkeliyên navbera Qahîre û Hewlêrê ber bi qonaxeke pêşkeftî û nû bibe.  Sefîrê misrî got jî ku, Misir dixwaze têkeliyên xwe yên aborî û bazirganî bi herêma Kurdistanê re xweş bike û herêma Kurdistanê ji xwe re bike deriyê derbasbûna deverên din yên Îraqê.

Peywendî û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû. Di vê çarçoveyê de serokawezîrê Kurdistanê behsa serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê kir  û ew sewrdan bi destpêkek baş da zanîn û wek pêngavekê bo çareserkirina pirsgirêkan wesif kir. Serokwezîrê Kurdistanê tekîd jî kir ku, herêma Kurdistanê hertim dixebite ku, hemû pirs û arîşe bi rêya diyalogê bên çareser kirin û jibilî rîya danûstandinan tu rêyên din bo çareseriya aloziyan nîn in.

Ji aliyê xwe ve sefîrê Misirê Şerîf Şahîn kêfxweşiya xwe li hember rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ku Îraqê fêdey ji tecrûbeya herêma Kurdistanê bibîne û ya hikûmeta Kurdistanê ji hevwelatiyên Kurdistanê re kirî, bila hikûmeta Îraqê jî bo îraqiyan bike

Back to top button