Endamên PKKê tevlî YNKê dibin

Berpirsê desteya kargîriya mekteba siyasiya Yeîktiya Niştimanî ya Kurdistanê, pêşwazî li hejmarekî zor yê Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê kir ku çûne nav rêzên YNK`ê.

Li gor nûçeyekî “Ensat Merkezî” ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku roja 17/5/2013`an belavkiriye ku 214 kes li parçeyên din yên Kurdistanê ku pêştir li nav rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê de bûn biryara xwe dane ku biçin nava rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û di çarçoveya wê partiyê de xebata xwe berdewam bikin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku berpirsê desteya kargîrî ya mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextiyar di rêûresmekê de ku ji bo pêşwazîkirina wan kesan hatibû rêxistin kirin ragihandiye û gotiye: “Em dîroka xebata we bilind dinirxînin û rêzê lê digrin, ji berku we li nav Partiya Karkerên Kurdistanê kar kiriye. Em dilxweşin bi ew ezmûna we ya borî hûn birjînin nava robarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji ber ku YNK`ê mala mezine û hewl bo hemû aliyekî dide, li vir hûnê bîr û ramanên xwe bi azadî bidin nîşandan.”

Nêrînek

  1. bigre bigre navxo pe$i eme bibinin ka çi felek bine sere wehe\n214 sixur 214 tekdar fesat fitne de ji bo brakuji daskaftiye başur tek bibe başur cardi vegerine bin bandora dijmin be federali u be tişt hun nebejin zahmete nabe de em bibinin \ntalimat ji imrali imrali talimat ji ki digre?

Nerîna min :