CîhanRojev

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya herdu serokwezîrên berê yên Brîtanya kir

serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê roja 20ê Nîsana 2022ê li Londonê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin, bi taybetî çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.

Mesrur barzanî û Tony Blair

Di heman rojê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Londona paytexta Brîtanyayê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê John Major kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û girîngiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hat kirin.

Mesrur Barzani û John Major
Back to top button