PolîtîkRojev

Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi tu awayî tevlî operasyonê nebûne

Wezareta Pêşmergeyan derbarê tevlîbûn û tevgera hêzên wan a piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got, “Hêzên Pêşmergeyan bi ti awayî tevlî operasyonan nebûne û nehatine veguhestin.”

Piştî destpêkirina operasyona Pence-Kilîl a Tirkiyê li Herêma Kurdistanê li ser torên civakî gotegotên beşdariya Pêşmergeyan di operasyonê de hatin belavkirin, Wezareta Pêşmergeyan li ser van gotegotan anî ziman, “Em van hemû tawanan red dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke her car, Pêşmerge li çeperên parastinê, çavvekirî ne û nahêlin ti devereke din a niştecihbûyî bikeve bin bandora pirsgirêkên navbera aliyên nakok, ji ber ku ev çend sal in gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên herêmî bacê dide û zerareke mezin dîtiye.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de teqez kir ku divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:

“Derbarê beşdarbûn û liv û tevgera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de piştî destpêkirina operasyonên Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî, grûbeke çapemeniyê ya neberpirs wan tawanbar dikin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevkarî û beşdariya operasyonê kirine.

Em li Wezareta Pêşmerge hemû tometan red dikin û radigîhînin ku Hêzên Pêşmergeyan bi ti awayî tevlî operasyonan nebûne û nehatine veguhestin.

Weke her car Pêşmerge li çeperên berevaniyê çavvekirî ne û rê nade ti deverên din yên nîştecêbûyî bikeve bin bandora pirsgirêkên navbera aliyên nakok, ji ber ku ev çend sal in gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên herêmî bacê dide û zerareke mezin dîtiye.

Em teqez dikin ku divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.”

Back to top button