Serokwezîrê Kurdistanê diçe ST.Petersburgê
Şandeyeke balaya hikûmeta Kurdistanê bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê dê serdana Rûsyayê bike û li bajarê ST. Petersburg beşdariyê di Foruma êkonomî ya navdewletî ( International Economic Forum) de bike.Elî Belo Şarezayê warê enerjiyê ji malpera kdp.info re behsa girnigya beşdariya heyeta bi serokatiya serokwezîrê Kurdistanê di wê forumê de dike û dibêje ku, beşdariya Kurdistanê di civînên bi wî awayî de giringiya herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî nîşan dide ku herêmek di warê gaz û neftê de zengîn e:- Herêma Kurdistanê gihiştiye qonaxekê ber bi serxwebûnê ve diçe û aliyên navdewletî û hermî jî gihiştine wê baweriyê ku Herêma Kurdistanê gihiştiye qonaxa dewletbûnê û herêmek zengîn û beşdariya wê di wê forumê de zengînkirina êkonomiya cîhanê ye. Rûsya di warê gaz û neftê de welatek zengîn e û bandore wê li ser hemû cîhanê heye. Beşdariya serokwezîrê Kurdistanê di wê forumê de deriyek din di warê êkonomî de di navbera Kurdistan û Rûsyayê de vedike. Çend kompaniyê warê gaz û neftê yên rûsyayî li Herêma Kurdistanê kar dikin û ev serdan dê bibe hokarê geşkirina têkeliyên êkonomî di nevbera her du aliyan de. Ji bilî aliyê êkonomî, vê serdanê, di warê siyasî jî de giringiya xwe heye. Her welatek di warê êkonomî de pêşketî û bihêz be dê di warê siyasî jî de giringiya xwe hebe li ser asta navdewletî.Weke tê zanîn Gazprom ya rûsyayî li herêma Kurdistanê di ware neft û gaze de kar dike û kompniya Rusneft jî ji meha şibatê were bi Kurdistanê re rêkeftin îmza kiriye û nefta Kurdistanê dikire.