Serokwezîrê Îsraîlê piştgiriya xwe û welatê xwe ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê nîşan da.Benjamin Netanyahu serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyekê de behsa siyaseta welatê xwe li hember serxwebûna Kurdistanê dike û di daxuyaniya xwe de dibêje ku ew û welatê wî piştgiriya mafê yasayî yê gelê Kurdistanê ji bona damezrandina dewleta Kurdistanê dike.Benjamin NetanyahuHer du wê daxuyaniyê de, serokwezîrê Îsraîlê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêxistineke “terorist” bi nav dike.Weke tê zanîn ev çend care serokwezîrê û berpirêsn balayên Îsraîlê behsa dewleta Kurdistanê dikin û piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan didin.Di meha borî jî de Netanyahu digel 35 kongresmanên Amerîkayê civiya bû jê re gotibû ku avakirina dewleta Kurdistanê di berjewendiya Îsraîlê û dewletên Rojavayê de ye.