Serokwezîrê Iraqê ligel şandeke bilind a Wezareta Pêşmerge civiya

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê daxûyakirin ku, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel Serokerkan Îsa Uzêr û hejmarek ji fermandar û efserên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê civiya.
Li gor daxuyaniyê, şanda Wezareta Pêşmerge tevî pîrozbahiya destbikarkirina Sûdanî, biryar û rêkarên fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê di qabînkirina seqamgîriyê de bilind nirxand.
Mihemed Şiya Sûdanî pesnê rola qehremanî ya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û qurbanîdana wan di şerê dijî terorîstên DAIŞê de daye û diyar kiriye ku çarenûsa Iraqê yekgirtî ye û astengî mezin in, loma pêwîstiya wan bi yekrêzî û hevahengiyeke baş heye li ser biryar û raspardeyên hikûmeta federal.
Herwiha Sûdanî tekezî li ser karnameya kabîneya xwe kiriye ku piştevanîkirina dezgehên ewlehiyê û hêzên çekdar li xwe girtiye, bi mebesta baştir cîbicîkirina erkên xwe ji bo dabînkirina aramî, seqamgîrî û berevanîkirina axa welat.