PolîtîkRojev

Serokwezîr:Divê hemû hêzên çekdar ên neyasayî ji Kurdistanê derkevin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Operasiyonên Taybet ên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Gum Wallbouper kir civiya û di vê civînê de behsa girîngiya derketina hêzên çekdar ên neyasayî ji deverê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro Duşemê 21ê Kanûna 2020an pêşwazî li Fermandarê Operasiyonên Taybet ên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Gum Wallbouper kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî tê de beşdar bû rewşa Iraq û deverê û girîngiya hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan hate nirxandin û tekez li ser berdewamî piştîvanîkirina pêşmerge bo rûbirûbûna metirsiyên DAŞIê hat kirin.

Di berdewamiya civînê de General Gum Wallbouper ew yek dubare kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîka û hevpeyamanane li deverê.

Mesrûr Barzanî spasî li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku hevkarê Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê bûne.

Barzanî da zanîn ku wan behsa girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingal û derketina hêzên çekdar ji deverê kir ku li deverê rewşa aram û ewlekarî vegere û rê bê xweşkirin bo vegeryana koçberan bo warên xwe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku wan diyar kiriye ku pêwîst e tevahiya hêzên çekdar ên neyasayî ji Herêma Kurdistanê derkevin daku ew bikaribin tevahiya karînên xwe bo rûbirûbûna terorê bikar bînin.

Back to top button