Serokê Kurdistanê:Aramiya Iraqê girêdayê li hevhatina Hewlêr û Bexdaye

Li civîna li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê tekez li wê yekê kir ku peywendiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexda li berjewendiya tevahiya Iraqê da heye, her wiha piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo guftûgoya di navbera her du aliyan derbirî û hêvî xwest kêşeyên wan çareser bikin.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û pêzanînên ji bo rola girîng ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, hêvî xwest li handana Hewlêr û Bexda ya ji bo serkeftina guftûgoyan berdewam bê û li çareserkirina kêşeyên di navbera wan da hevkar û yarmetîder bê.

Rêzdar her wiha tekez li wê yekê kir ku çareserkirina yekcarî û giştgîr ya kêşeyên Hewlêr – Bexda, kilîla aramiya Iraq û pêkvejiyanê ye û bi berçavgirtina rewşa dijwar ya welat û gefên li ber de, divê desthilat û aliyên Iraqî bi giyaneke berpirsane muamele li gel rewşê da bikin û kêşeyan li ser bingeha destûr çareser bikin û rêkeftinan jî bi cîh bikin.

Rewşa siyasî, emnî, tendirûstî û aboriya Iraqê, rûbirûbûna terorê û erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya welat, pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê civînê bûn.

Nerîna min :