Serokwezîr:Bername û gotareke hevbeş pêwîste
Ji bona nirxandina rewşa nuha herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, pêşhatên şerê dijî terorê, kirîza êkonomî û karê hevbeş di kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê de, roja 02.02.2015ê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel her pênc aliyên beşdar di hikûmetê de civiya.
Di destpêka civînê de ku, hijmareke wezîrên peywendîdar jî amade bibûn, serokwezîrê herêma Kurdistanê kar û xebatên parlamenter, firaksyon û aliyên kurdistanî li parlamentoya Îraqê, bi tyabetî di dema dengdan li ser pirojeqanûna budceya giştiya Îraq ku, mînakek gelek baş ya hevahengî, yekrêzî û hevxebatiyê nîşan da û ew yek di berjewendiya herêma Kurdistanê de bû, bilind nirxand û sipasiya wan kir.
Serokwwezîr behsa gotara mediyayê ya aliyên beşdar di hikûmetê de kir û diyar kir ku, mediya aliyên siyasiyên beşdar di hikûmetê de digel ew karên bi hevbeş û bi hev re di hikûmeta bingeh berfireh de tên kirin, nagunce. Aliyên siyasî di hikûmetê de yek rêz in û hevgirtî ne, lê di mediyayê de opozisyon in. Barzanî tekîd li ser giringiya hebûna bername û gotareke hevbeş ji bo rûbirûbûna rewûşa nuha herêma Kurdistanê tê de derbas dibe kir, bi awayekî ku, hemû alî bi hev re weke xwediyên hikûmetê û bi berpirsane li hember reşa heye reftarê bikin.
Di civînê de wezîrê pêşmerge behsa rewşa bereyên şerê dijî DAÎŞ û pêdawîstiyên pêşmerge kir û wezîrê darayî jî behsa kirîza êkonomî û bername û xebatên wezaretê yên ji bona çaksaziyan û çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina dahatiniyan kir, wezîrê samanên xwezayî jî behsa dosyeya neftê û lihevhatina digel Bexdayê li ser pirsa beftê û îmkanên wezaretê ji bona dabînkirina pêdawîstiyên êkonomî kir.
Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku herêma Kurdistanê di haletê cengê de ye û nehêlana nakokiyên hizbî û giringiya yekrêzî û yekhelwestîya aliyên siyasî û civaka Kurdistanê bi giştî kir, hevkarîkirina hikûmeta bingehfireh di warê rûbirûbûna kirîzan û danan pilan û bername ji bo çareserkirina pirsan, bihêzkirina pêşmerge û bidestxistina hevkarî û piştgiriyên leşkerî bo herêam Kurdistanê bi rêya bikaranîna kanalên diplomasî bi giringî hat zanîn.
Beşdarên civînê hevxemî û hevderdiya xwe digel malbatên şehîdan parve kir û serkeftinên pêşmerge pîroz kirin. herwesa sipasiya Amerîka û hêzên hevpeymanan, Tirkiye û Îranê ku, di şerê dijî terorê de hevkariya herêma Kurdistanê dikin, kir. Tevî sipaskirina hevkariyên însanî û leşkrî yên tixûbdarên hikûmeta Îraqê bo herêma Kurdistanê, tekîd li wê yekê hat kirin ku, hikûmeta Îraqê divê zêdetir hevkariya herêma Kurdistanê ji bona rûbirûbûna terorê bike ku, niha herêma Kurdistanê li şûna hemû cîhanê şerî terorê dike.
Di civînêde biryar hat den ku, di demekn nêzîk de civîneke din ya aliyên beşdar di hikûmetê de bê saz kirin û hemû pirs bi hûrî bên gotûbêj kirin û pilan û bername ji bo çareseriya pirsgirêkan bên amade kirin.