Polîtîk

Serokwezîr spasiya hukumeta Japon kir

Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Japonê yê li Bexdayê û heyeteke pê re kir.

Heyeta mêwan herwiha amdebûna welatê xwe bo bihêztir kirin û baştir kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re diyar kir û got: Pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de gelek balkêşin û ev yek bûye taybetmendiyeke girîng bo Kurdistanê û herwiha bûye handerek daku welatên cîhanî hêdî hêdî berê xwe bidin Kurdistanê û kompaniyên Japonî jî werin li Kurdistanê de dest bi hêlbirînê bikin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiyên gelê Kurd pêşkêşî gel û hikûmeta Japonê kir û got: Gelê Kurd ji ber hevkariyên hikûmet û gelê Japonê yaku di salên 1990 de destpê kirine û heta îro didomên spasiya hikûmet gelê Japonê dike, niha jî Japon di warê hevkarî kirina Penaberên Sûriya û Rojawayê de jî hevkariya Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji Konsulusê Japonê kir daku hana saziyên Japonî bidin bo ku hîn zêdetir hevkariya Penaberên Sûriya û Rojawayê Kurdistanê bikin.

Di dawiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê piştgîriya hikûmetê bo karsaz û kompaniyên Japonî yên ku dixwazin li Kurdistanê de kar bikin diyar kir.

Back to top button