Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê pejirandina yasaya budceya federal a Iraqê de belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Îro bi piraniya dengên fraksiyonên aliyên siyasî yên Kurdistanê, encûmena nûnerên Iraqê yasaya budceya federal a sala 2021ê pejirand. Hêvîdar im ev yasa bibe destpêka derbaskirina rewşa giran a darayî bo Iraq û Herêma Kurdistanê.’’
Mesrûr Barzanî spasiya tîma danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber erk û hewldanên wan ên berdewam ku bi mehane li ser kar dikin û hewl û karên xwe bi berdewamî birêve birin. Herwiha spasiya fraksiyonên Kurdistanî yên nav encûmena nûneran kir ji bo hewldanên wan.
Di beşeke din a peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat ragihandin: “Ev yasa lihevtêgeheştineke baş û pêwîst bû di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de. Herçend Herêm tiştê ku dixwast û daxwaz dikir bidest neanî jî, lê bi awayekî giştî ev yasaya budceyê li gel bingehên destûrê hevdigre ku em jî li ser vê rijd bûn. Em kêfxweş in bi vê pêşketina bidest hatiye ku maf û erkê her aliyekî hatiye diyar kirin.’’
Barzanî amaje bi wê yekê kir ku: “Hêvîdar im hemû madeyên yasaya budceyê bên bicîhanîn û hikûmeta federal, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne. Bicihanîna temamê yasaya budceyê dibe sedema çareseriya pirsgirêk û nakokiyên derbarê mafên darayî yên sala 2004ê ve heta niha, herwiha dibe sedema pêşxistina mekanîzmaya nû ya bi hûrgilî di navbera dîwana çavdêriya darayî ya hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de. Ev pêngav jî bawerî û hemahengiya zêdetir di navbera herdu aliyan de dê ava bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez ligel Serokwezîrê Hikûmeta Federal birêz Mistefa Kazimî re axivîm û min spasiya wî kir bo piştevaniya wî ya li yasaya budceyê û min daxwaz jê kir ku pabend be bi rêkeftinê û mafên darayî yên herêmê bişîne. Min diyar kir ku berjewendiya Iraqê û xelkê Iraqê di wê yekê de ye ku pêwendiyên baş li gel herêma Kurdistanê hebe. Herwiha li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kak Qubad jî axivîm ji bo ku spasiya wî û tîma hikûmeta herêmê bikim ji ber bicîhanîna erkên xwe yên giring. Derbaskirina yasaya budceyê, hêviyeke ji bo başkirina pêwendiyên navbera herêmê û hikûmeta federal. Herçend hîn lîsteyekî dirêj a pirsgirêkan û nakokiyên hatine cemidandin û nehatine çareser kirin mabe jî.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de diyar kir: “Hêvîdar im pejirandina yasaya budceyê alîkar be ji bo piştrastiya zêdetir bide jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.’’